This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Saturday, September 19, 2009

Li Diyarbekirê bi navê Hz. Îsa mizgeftek tê çêkirin




NETKURD
Aktuelbûn: 2009-09-19 12:00:54


Di dîroka îslamê de ev cara yekem e ku bi navê Hezretî Îsa Mizgeftek tê çêkirin. Keşîşê Dêra Dayîka Meryem a Diyarbekirê li hember vê yekê kêfxweşîya xwe anî ziman.


Bi pêşengîya Komeleya Xêrxwazan a Diyarbekir, li Diyarbekirê li taxa “500 Evler”ê bi navê Hezretî Îsa mizgeftek tê çêkirin. Vê komeleyê ji sala damezirandina xwe ji sala 1995an heta niha li Diyarbekirê bi dehan mizgeft daye çêkirin.


Rêvebirên Komeleya Xêrxwazan a Diyarbekir, vê projeyê wek projeya xurtkirina diyaloga navbera misilman û xiristiyanan û rêlibergirtina pevçûnên olî binav dikin.


Keşîşê Dêra Dayîka Meryem a Diyarbekirê Yusuf Akbulut kefweşîya xwe ji bo çêkirina Mizgefta Hz. Îsa wiha anî ziman: “Ev proje, ji bo alema îslam û xiristiyan gaveke dîrokîye. Ez neşaşbim di dîroka îslamê de ev cara yekem e ku bi navê Hz. Îsa mizgeftek tê çêkirin. Ev ciyê kefxweşîyê ye. Em wek cemaeta xiristiyan piştgirî didin çêkirina vê mizgeftê û yên ku vê mizgeftê didin çêkirin ji dil û can pîroz dikin.”


Serokê Dêra Protestan a Diyarbekirê Ahmet Guvener jî ji bo çêkirina Mizgefta Hz. Îsa kefxweşîya xwe anî ziman û dazanîn ku tu mezhûrek ji bo çêkirina vê mizgeftê nîn e.


Muftîyê Peyasê (Kayapinarê) Abdulkerîm Melikoglu jî di heqê çêkirina Mizgefta Hz. Îsa de wiha got: “Belê rast e, di nava sînorê qezaya me de bi navê Hz Îsa mizgeftek tê çêkirin. Li hemberî vê yekê hem reaksiyonên erênî û hem jî yên neyênî hene. Hz. Îsa pêxemberekî Xwedê ye û divê em îman bi wî jî bînin. Ciyê hemû pêxemberan li ba me yek e. Meriv dikare çêkirina Mizgefta Hz. Îsa wek destpêkirina diyaloga navbera olan binav bike."