Îro duşemê 25 Decemberê salroja ji dê bûna Hezretê Îsa Mesîh (s) e .
Hezretê Îsa Mesîh (s) Pêxemberê mezine Xwedê Teala li Beyt Lehm li serzemîna Filistînê ji dê bû . Hezretê Îsa Mesîh (s) ku ola pîroze Îslamê gelekê rêza wî digire , li ser fermana xwedê teala ji dayîkeke keçik û muqedes wek hezreta Meryem (s) hate dunê û paşê li nav lanika xwe da (hêlanek) dest bi axivtinê kir û mizgîniya pêxemberiya xwe da . Qurana Pîroz kitêba muqedese misilmanan bi awayekî rohn û eşkere behsa vê mo'cizeya Xwedê Teala dike .
Hezretê Îsa Mesîh (s) li dirêjiya jiyana xwe da hertim alîkariya mirovên jar û belengaz dikir û pê gotinên xwe ku ji kitêba esmaniye wî Encîl çavkanî digirt , her kes ber bi aliyê xwedê mezin û dilovan vedixwend .
Serokê Komara Îslamiya Îranê li peyamekê da salroja ji dê bûna Hezretê Mesîh(s) li xiristiyanên Îran û cihanê pîroz kir û hîvî kir ku saleke baş li pêşberî xiristiyanan be . Serokê Komara Îslamiya Îranê her wiha cî anîna destûrên pêxemberan sebebê çêtir bûna cihanê û misoger bûna axireta mirovaniyê zanî .
Li peyama Serokê Komara Îslamiya Îranê da hatiye gotin : çawa ku Hezretê Mesîh peyama aşitî , evîn û dostaniyê ji xelkê re anî û ew ber bi qenciyan vexwendin , peyrewên rastîne wî jî wisa ne û pê îmana li xwedê û axiretê li kiryarên qenc da pêşeng in .
Radiyoya Kurdiya Tehran; salroja ji d; b[na Hezretê Îsa Mesîh (s) li hemû xelkê cihanê bi taybet peyrewên wî hezretî û hemû xwedêperestan pîroz dike .
No comments:
Post a Comment