This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Sunday, February 10, 2008

"I am the ligth in this world" - Îsa Mesî


Yûhenna 8:12

Ronahiya Dinyayê

12 Îsa dîsa bi wan re peyivî û got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.» 13 Fêrisiyan lê vegerand û gotin: «Tu şahidiya xwe dikî; şahidiya te ne rast e.» 14 Îsa bersîv da û ji wan re got: «Eger ez bi xwe şahidiya xwe bikim jî, şahidiya min rast e; çimkî ez dizanim ku ez ji ku derê hatim û diçim ku derê. Lê hûn nizanin ku ez ji ku derê têm an diçim ku derê. 15 Hûn li gor ku çav dibîne dadbar dikin, lê ez tu kesî dadbar nakim. 16 Lê eger ez dadbar bikim jî, dadbarkirina min rast e; çimkî ez ne bi tenê me, ez û Bavê ku ez şandime em bi hev re ne. 17 Di Şerîeta we de jî hatiye nivîsîn ku şahidiya du kesan rast e. 18 Ez şahidiya xwe dikim û Bavê ku ez şandime jî şahidiya min dike.»

19 Li ser vê yekê wan jê pirsî: «Bavê te li ku derê ye?» Îsa bersîva wan da: «Hûn ne min nas dikin ne jî Bavê min. Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira.» 20 Îsa ev peyvên ha, çaxê li Perestgehê hîn dikir, li cihê ku lê pere dicivandin gotin, lê kesî ew negirt, çimkî hê saeta wî nehatibû.

No comments: