This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Saturday, February 23, 2008

Mêwa Rastîn

Mêwa Rastîn

15 1 «Ez mêwa rastîn im, Bavê min jî rezvan e. 2 Ew her şivika min a ku fêkî nade dibire; her şivika ku fêkî dide jî, ji bo ku bêtir fêkî bide dikezixîne û paqij dike. 3 Bi gotina ku min ji we re got, ji xwe hûn paqij in. 4 Bi min re bimînin, ez jî bi we re. Çawa ku şivik bi mêwê ve nemîne ji ber xwe nikare fêkî bide, hûn jî wusa bi min re nemînin hûn nikarin fêkî bidin.

5 «Ez mêw im, hûn jî şivik in. Yê ku bi min re dimîne û ez bi wî re dimînim, ew gelek fêkî dide. Çimkî bêyî min hûn nikarin tu tiştî bikin. 6 Eger yek bi min re nemîne, wê wek şivika mêwê bê avêtin derve û hişk bibe. Hingê ew tên civandin, tên avêtin nav êgir û dişewitin. 7 Eger hûn bi min re bimînin û gotinên min di dilê we de bimînin, hûn her çi dixwazin bixwazin, wê ji we re bê dayîn. 8 Bavê min bi vê yekê, bi zêde fêkî dayîna we bi rûmet dibe û bi vî awayî hûnê bibin şagirtên min.

9 «Wek ku Bav ji min hez dike, ez jî wusa ji we hez dikim. Di hezkirina min de bimînin. 10 Eger hûn emrên min bînin cih, hûnê di hezkirina min de bimînin; çawa ku min emrên Bav anîn cih û ez di hezkirina wî de dimînim. 11 Min ev tişt ji we re gotin, da ku şabûna min bi we re be û şabûna we temam bibe. 12 Emrê min ev e: Ji hevdû hez bikin, wek ku min ji we hez kir. 13 Tu hezkirin ne di ser wê hezkirinê re ye ku mirovek di ber dostên xwe de canê xwe bide. 14 Eger hûn tiştên ku min li we emir kirin bînin cih, hûn dostên min in. 15 Êdî ez ji we re nabêjim ‹xulam›; çimkî xulam nizane ku axayê wî çi dike. Ez ji we re dibêjim ‹dostên min›; çimkî her tiştên ku min ji Bavê xwe bihîstin, min bi we dan zanîn. 16 Ne we ez hilbijartim, lê min hûn hilbijartin û kifş kirin, da ku hûn herin fêkî bidin û fêkiyê we bimîne. Hingê hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin ewê bide we. 17 Emrê min ji bo we ev e: Ji hevdû hez bikin.

No comments: