This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Thursday, December 25, 2008

Serok Barzanî cejna mesîhîyan pîroz kir

Serok Barzanî cejna mesîhîyan pîroz kir

NETKURD
Aktuelbûn:23:02 - 24/12/2008

“Em, xwîşk û birayên mesîhî wek beşeke girîng ya herêma Kurdistanê dihesibînin û di bin siya azadî û hikumraniya xwe de ji bo avedankirinê, beşdariyê bi wan dikin.”


Bi minasebeta cejna mesîhîyan, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî mesîhîyan kir.

Peyama Serok Barzanî wihaye:

Bi navê xwedêyê mezin û dilovan

Bi mûnasebeta hatina cejna ji dayikbûna hezretê Îsa Mesîh, civantirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû xwîşk û birayên xweştevî yên mesîhî yên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejneke tije xweşî ji wan re dixwazim.

Bi vê mûnasebetê, ez tekîdiyê li ser bihevrejiyana biratî û lêborîna olî li Iraqa federal dikim û daxwaz jî dikim, êrîşên ku li çend deverên Iraqê li hemberî xwîşk û birayên me yên mesîhî tên pêkanî, bên rawestandin û bila çav li ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê bikin, wekû çava îro wan xwîşk û birayan wek beşeke girîng ya herêmê dihesibîne û di bin siha azadî û hikûmraniya xwe de ji bo avedankirinê, beşdariyê bi wan dike.

Ez dubare jî dikim ku mafên wan xwîşk û birayan her tim bên parastin û deriyê Kurdistanê jî li ser her kesî vekirî ye.

Tevî zêdetirîn xweşewîstiyên min.

Serokê Herêma Kurdistanê

Mesûd Barzanî

No comments: