This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Wednesday, February 11, 2009

Christian autonomy in Kurdistan



Kurdistan Otonomîyê dide suryanî-kildanî-asûriyan




NETKURD
Aktuelbûn:14:22 - 11/2/2009

Partî û aliyên Mesîhî yên Kurdistanê daxwazê dikin di destûra Herêma Kurdistanê de mafê otonomiyê li wan navçeyên ku piranî tê de ne bê çespandin.


Partî û aliyên Mesîhî yên Kurdistanê daxwazê dikin di destûra Herêma Kurdistanê de mafê otonomiyê li wan navçeyên ku piranî tê de ne bê çespandin. Serokê Partiya Nîştîman a Asûrî dibêje, rêvebiriya siyasî ya Kurdistanê bi vê daxwazê razî ye.

Hefteya derbasbûyî serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ednan Mûftî ragihand ku projeya destûra Herêma Kurdistanê temam bûye. Rewaneyî Serokê Herêma Kurdistanê û bi rêya endamên parlamentoyê jî rewaneyî aliyên siyasî hatiye kirin, ji bo bal û têbiniyên xwe li serê diyar bikin.

Endan Mûftî ragihand çepemeniyê ku yek ji wan xalan hîn jî nehatiye yekalîkirin. Ew jî meseleya danîna navekî hevbeş ji bo Mesîhiyan di destûrê de ye: “Ew bi xwe di vê derbarê de nakok in û pêwîs te li ser navekî hevgirtî rêk bikevin.”

Lê aliyên Asûrî wê yekê reddikin ku li ser meseleya nav nakokiyek di navbera wan de hebe û dibêjin hemû alî pêkhatîne navê wan wek “Suryanî-Kildanî-Asûrî” bê danîn.

Lê Kildanî û bi taybet jî Partiya Nîştîmanî a Kildanî ya bi Serokatiya Eblehed Efram daxwazê dike ku Kildan ji Asûriyan wek netewekî cuda bê hesabkirin û ev yek jî di destûra herdemî ya İraqê de çespaye.

Serokê Partiya Nîştîman a Asûriyan Nemrud Bîto ragihand Rûdawê ku di destûra İraqê de navê Mesîhiyan bi Kildan û Asûriyan ve hatiye tomarkirin, û ew naxwazin ev yek di destûra Herêma Kurdistanê de dûbare bibe: “Em yek gel în û dixwazîn navek di destûra Herêma Kurdistanê de bi “Suryanî-Kildanî-Asûrî” bê danîn û di nava navan de bêhnûk yan jî “û” bê danîn.

Di derbarê vê yekê de Serokê Partiya Bet Nehrîn Romyo Hekarî ku dariştina destûra nuneriya Mesîhiyan dike, ji Rûdawê re wiha got: “Hemû aliyên gelê (Suryanî-Kildanî-Asûrî) ji şeş mehan zêdetir e bi şeklekî fermî yadaştname dayîne licneya nivîsîngeha destûrê. Maddeya projeyê dibêje, gelê Kurdistanê ji gelên Kurd, Tirkmen, Kildan, Asûrî û Ermenî pêkhatiye. Em li dijî vê birgeyê ne û me pêşniyaz kiriye ku bê nivîsandin gelê Kurdistanê ji Kurd û gelên Kildanî-Suryanî-Asûrî,Tirkmen pêkhatiye û êdî ew licneye azad in çi netewek din zêde bikin. Lê ya ku me bike bi sê netew, ev ne cihê pejirandinê ye û em di wê baweriyê de ne zilmek li me tê kirin. Çawa di destûra İraqê de ev zilm li me hatiye kirin û ji qesta em ji dû netewan zêdetir kirîne.”

Romyo Hekarî daxwaz kir ku: “Ew şaşiya di destûra İraqê de hat kirin, divê bê rastkirin. Eger bêjin divê navek bi şeklekê be ku di destûra İraqê de heye, bi rastî ev bahaneya wê yekê ye ku carek din zilm li me bê kirin.”

Nemrûd Bêto ragihand ku hemû aliyên Mesîhiyan pêkhatîne li ser wê yekê ku reşnivîsa destûrê berî ku destkarî tê de bêkirin, li rûyê garantîkirina mafê wan û nav anîna wan de ne di asta pêwîst de bû: “Piştî wê yadaştnameya me daye parlamentoyê, ji serokê parlamentoyê û herdû serokê partiyan ve jî hatiye piştrastkirin ku daxwazên me di wê projeyasayê de bicih bikin.”

Di derbarê mafê otonomiyê de adara derbasbûyî, aliyên Mesîhî pêşniyazek pêşkêşî licneya dariştina destûrê kir. Yek ji wan xalan jî ji damezirandina navçeyeka otonom ya li navçeya Nînova pêkhatîbû. Ji berî vê jî Wezîrê Darayî Sergîs Axacan ev pêşniyaz kiribû. Lê Romyo Hekarî ew yek redkir ku wan daxwaza navçeyeka diyarkirî kiribin û got: “Daxwaza me otonomi ye, ne navçeyeka otonom e. Em daxwaza otonomiyê li navçeyeka gelê xwe dikîn û em tê de piranî bîn. Nimûne jî Qereqoş, ango Hemedaniye. Navçeyên Bertîle, Elqoş, Tilkêf û ew cihane. Hilbijartina civata wîlayetan ya di hefteya derbasbûyî de diyar kir ku gelê me di wan navçeyan de piranî ne. Ya em daxwazê dikîn, gelê me li wan navçeyan mafê xwe rêvebirinê hebin li gor sîstema otonomîyê.”

Herçend nêrînek heye ku dibêje biryardan li ser otonomiyê ji desthilata federali ye, ne ya herêman: “Çêdibe di lîsteya federalî de çend herêm hebin û di nava herêman de jî navçeyên otonom hebin.”

Her di vê derbarê de Nemrûd Bîto ragihand ku ya ew daxwaz dikin, pêdana mafê otonomiyê wek meseleyeka mebdeî ye û got: “Ya em dixwazîn ew e ku ew destûr bêje mafê wî gelî heye, ne şert e sinorê coxrafî yê wê navçeyê bê diyarkirin. Lê danîn bi mafê pêkanîna navçeyekî otonom ji bo gelê Suryan-Kildan-Asûrî tiştekî giring e. Êdî wirdekariyên din yên wek; wê navçe li kuderê be, sinor û desthilata wan çi ye? Ji xwe di destûrê de behsa van tiştane nayê kirin û tenê destûr biryarê li ser tiştên mebdaî dide.”

Herwiha Nemrud Bîto ragihand ku wan hîn jî dariştina dawî ya projeya destûrê nedîtîye. Lê li gor statîstîkên siyasî yên Kurdistanê gihaye wan, çaverê dikin ku proje destûr tevayî mafên wan garantî bike. Tekoşîn jî li ser wê yekê kir ku: “Em naxwazîn wek Mesîhî bên binavkirin. Rast e bi ol em Mesîhî ne, lê em daxwaza mafê Mesîhîbûnê nakîn. Yanê mesele netewî ye, ne ayînî ye. Ya em dixwazîn ew e ku mafên me wek netewe bên diyarkirin, ne wek grûbeka ayînî ku bi dirûstkirina çend dêr, terxankirina azadiya îbadet û rojî girtinê bi dawî tê.”

Serokê Partiya Bet Nehrîn Romyo Hekarî jî dibêje ku di ew hewl didin ku piştgiriya hemû aliyan ji bo bidestxistina mafên xwe bigrin: “Heta niha her sê serokatiyên li Herêma Kurdistanê ji bo mafê otonomiyê piştgiriya wan kirîne.”

Serokê Licneya Dariştina Destûrê yê li Parlemena Herêma Kurdistanê Şêrwan Heyderî dûpat kir ku li gor dariştina dawî ya projeyê, mafê Mesîhiyan li navçeyên piranî ya xwe birêvebirinê heye. Lê Romyo Hekarî jî dibêje; “divê mafê otonomiyê têde hebe û daxwazê dikîn ew maf bê bicihkirin.

Serokê Partiya Bet Nehrîn piştgiriya sîstema kota ya ji hilbijartinê kir û got: “Li gel wê yekê ne ku sîstema kotayê hebe. Ango taybetmendî hebe, lê ne bi şeklê sala 1992an. Ji ber ku heta niha bi şeklekî fermî nehatiye cêgîrkirin ku divê 5 endamên gelê Kildan-Sûryanî-Asûrî li parlemenê hebin. Em daxwazê dikîn ji berî encamdayîna hilbijartinê ev yek bê çespandin, bi şeklekî herdemî 5 endamên wan li parlemenê hebin û ev taybetmendî bê reçawkirin.”

No comments: