This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Showing posts with label Îsa li ser Avê Rêve Diçe. Show all posts
Showing posts with label Îsa li ser Avê Rêve Diçe. Show all posts

Friday, March 21, 2008

Îsa li ser Avê Rêve Diçe



Îsa li ser Avê Rêve Diçe

22 Gava ku Îsa elalet verêdikir, wî zû pêstûrî li şagirtên xwe kir ku ew li qeyikê siwar bibin û ji beriya wî derbasî aliyê din ê golê, Beytsaydayê bibin. 23 Piştî ku wî elalet verêkir, hingê bi serê xwe hilkişiya çiyê, da ku dua bike. Dema ku bû êvar, ew li wir bi tenê bû. 24 Di wê navê de qeyik ji bejê gelek dûr ketibû û ber pêlan diket, çimkî ba ji hember wan ve dihat.

25 Nêzîkî berbanga sibehê, Îsa li ser golê rêve çû û nêzîkî şagirtan bû. 26 Gava wan dît ku ew li ser golê rêve diçe, bizdiyan û ji tirsan kirin qîrîn û gotin: «Ev xeyalet e!» 27 Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!» 28 Petrûs lê vegerand û got: «Ya Xudan, eger tu bî, emir bide ku ez li ser avê bêm ba te.» 29 Wî got: «Were!» Hingê Petrûs jî ji qeyikê peya bû, li ser avê rêve çû û ber bi Îsa ve hat. 30 Lê çaxê dît ku bager xurt e, tirsiya û xewirî* nav avê, qîriya û got: «Ya Xudan, min xilas bike!» 31 Îsa di cih de destê xwe dirêj kir, ew girt û jê re got: «Ey kêmîmano! Tu çima dudilî bûyî?» 32 Dema ku ew hilkişiyan qeyikê, ba rawesta. 33 Hingê yên ku di qeyikê de bûn, perizîn* wî û gotin: «Bi rastî tu Kurê* Xwedê yî.»

Tuesday, January 29, 2008

When Îsa Mesî walked on water (Kurmancî)

Îsa li ser Avê Rêve Diçe

Dema ku bû êvar, şagirtên wî daketin jêr û çûn golê. Ew li qeyikekê siwar bûn û ji bo ku derbasî Kefernahûma aliyê din ê golê bibin, ketin rê. Êdî tarî ketibû erdê û hê jî Îsa nehatibû ba wan. Golê ji ber bagereke xurt pêl dida. Dema ku ew bi qasî pênc-şeş kîlometreyan pêşve çûn, wan dît ku Îsa li ser golê rêve diçe û ber bi qeyikê ve tê. Ew tirsiyan, lê Îsa ji wan re got: «Ne­tirsin, ez im!» Îcar wan xwest ku wî bixin qeyikê. Qeyik di cih de gihîşt wî aliyê ku wan dixwest herinê.