This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Friday, October 24, 2008

Kurds supporting the Christians in Mosul


Kurdên Swêdê zilma li ser xiristiyanên Mûsilê rûreşkir



Daxuyanî

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê ku ji 27 partî û rêxistinên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê pêk hatiye, kuştin û derxistina Mesîhîyan bi zorê (Kildanî, Suryanî û Aşûrî) ji bajarê Mûsilê û ji hemî deverên din yên Îraqê, bi tundî riswa û şermezar dike û em li hember vê tawana mezin nerazîbûna xwe diyar dikin.

Berî çend rojan, di nav heftiyekê de, piştî terorkirina hejmarek birayên me Mesîhî yên bajarê Mûsilê, pirtir ji hezar malbatên Kildanî, Suryanî û Aşûrî ji cihê bav û bapîrên xwe bajarê Mûsilê (Ninneva) hatin derbederkirin. Niha ew belav bûne li deverên aram li bajarên biçûk, wek El-qûş, Bertîle, Betnaya, Tilkêf, Tillisqof, Bextîda, Qereqoş û gelek cîhên din. Herweha hinek ji wan, berê xwe dane Herêma Kurdistanê jî wek bajarê Dihok, Zaxo û Hewlêr.

Li Mûsilê gelek avahiyên hevwelatiyên sivîl ên bêguneh, ji layê terorîst û hevkarên wan ve hatine şewitandin û wêrankirin. Di rastiyê de, bergîrîkirin û parastina birayên mesîhî yên bajarê Mûsilê erkê ser milê Hikûmeta Federal ya Îraqê ye; diviya Hikûmeta Îraqê bi lezûbez bihata hawara birayên mesîhi yên Mûsilê û bajêr ji teror û terorîstan paqij kiriba, da ku birayên mesîhî bikarîbûna vegerin ser mal û milkên xwe û jiyaneke rehet û di tenahiyê de bijîn.


Komîteya Hevkarî pişitgiriya xwe bi temamî ji bo maf û daxwazên rewa yên gelê Kildanî, Suryanî û Aşûrî diyar dike.


Di heman demê de, Komîteya Hevkarî helwesta Serokayetiya Herêmê, ya Parlaman û Hikûmeta Kurdistanê, bi qedrekî bilind dinirxîne ku bi awayekî lezgîn çûne hawara birayên xwe yên Mesîhî û hemî harîkariyên pêwîst pêşkêşî wan kirine û nerazîbûna xwe jî li hemberî vê tawanê diyar kirine.

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê
Stockholm

21.10.2008



No comments: