This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Sunday, October 19, 2008

The Tower of Babel (in Kurdish Kurmanji)


Piştî tofana Nuh, mirov ji zarokên Nuh dîsa li ser dinyayê zêde bûn.

Di wê demê de zimanê hemû mirovên dinyayê yek bû û peyivîna wan jî yek bû. Çaxê ku wan ber bi Rojhilat ve koç kir, li herêma Şînarê deştek dîtin û li wir cîwar bûn.

Wan ji hev re got: «Werin, em ji xwe re bajarekî û birceke ku serê wê bigihîje ezmên ava bikin, da ku em nav û dengê xwe derxin; nebe ku em li ser rûyê hemû erdê belav bibin. Werin, em kelpîçan çêkin û em wan baş biqelînin.»

Wan kelpîç çêkirin, ew baş qelandin û dest bi avakirinê kirin (di şûna keviran de kelpîçên wan û di şûna xercê de, zifta wan hebû).

Xwedê bi nêta wan dizanî û li wî bajarî û li wê birca ku mirovan çêdikirin, nêrî û got: «Ew hemû yek nîjad in û zimanê wan hemûyan yek e. Wan dest bi vê yekê kiriye û êdî tu ti
ştê ku bixwazin bikin ji wan re namîne zehmet. Werin, em dakevin jêr û zimanê wan tevlihev bikin, da ku ew zimanê hev fêm nekin.»

Xwedê weha kir, zimanê mirovan tevlihev kir û wan zimanê hev fêm nekir. Devjeniyeke dijwar ket nav wan û wan zû dev ji avakirina bajêr berda û li ba hev neman. Bi wî awayî Xwedê mirov li ser rûyê hemû erdê belav kirin. Ji ber vê yekê ji bajêr re ‹Babîl› hat gotin, çimkî Xudan zimanê hemû mirovan li wir tevlihev kir û bû ‹bil bila› wan.

No comments: