Barzanî: Divê Fileh xwe bi xwe hikum bikin
Di hejmara xwe ya îroj de, rojnameya elmanî Frankfurter Rundschau, ku yek ji mezintirîn û giringtirîn rojnameyên Elmanyayê ye
Di hejmara xwe ya îroj de, rojnameya elmanî Frankfurter Rundschau, ku yek ji mezintirîn û giringtirîn rojnameyên Elmanyayê ye, li ser rewşa Filehan li herêma Kurdistanê hevpeyvîneke bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re weşand. Do, wezîrên hundir ên Yekîtiya Ewropayê biryar da ku dora deh hezar welatiyên iraqî yên li Suriyê û Urdunê bînin Ewropayê û mafên rûniştinê bidin wan. Elmanyayê dê mafê rûniştinê bide 2500 penaberên iraqî. Piraniya van penaberan Fileh in. Li Ewropa – û bi taybetî li Elmanyayê –li ser rewşa Filehên li Kurdistana Iraqê û alîkariya ku hikumeta kurdî ji wan re dike, kêm tê zanîn. Di hevpeyvîna bi Nêçîrvan Barzanî re eşkere dibe ku di dema ku li beşên Iraqê yên din de Fileh tên kuştin û koçberkirin, ew li herêma Kurdistanê di rewşeke aram de dijîn. Malpera Amûdê kurdiya hevpeyvînê diweşîne:
* * * * *
Birêz Nêçîrvan, berî demekê li Musilê hejmareke mezin ji Filehan hatin kuştin û mecburkirin ku dev ji mal û milkên xwe berdin û birevin. Hingî hin alî hebûn ku Kurd bi pêkanîna van tawanan gunehkar kirin. Hûn çi dibêjin?
Ne ji berjewendiya me ye ku Fileh ji Musilê derkevin. Ev jî ji ber sedemekê: Li Musilê Kurd û Fileh hevalbend in. Eger Fileh li Musilê nemînin, hingî dengên me kêm dibin û dibe em di encumena parêzgehê de kursiyan winda bikin. Ev yek ziyanê digihîne me. Ez pirsekê dikim: Ma gelo maaqul e ku miletek bi dehên salan hatibe çewisandin, îroj bi heman şêweyî miletên din biçewisîne? Ji bo me wek Kurd ev yek ne di warê exlaqî, ne jî yê siyasî de ne dirust e.
Piştgiriya me ji Filehan re ne piştgiriyeke siyasî ye, lê bêtir piştgirtiyeke exlaqî ye. Ji bo me ne giring e bê hejmara Filehan çiqas e. Ji mo giring e ku ew li Kurdistanê dijîn û qurmên wan ên dîrokî li vî welatî hene. Dema rêjîma Sedam gund û deverên me xerab kirin, qet ji me nehat pirsîn bê kîjan gund ên Kurdan in, kîjan ên Filehan û kîjan ên Êzîdiyan in. Tawana me ew bû ku em bi hev re li vê herêmê dijiyan. Li ser vî essasî gundên me hatin xerabkirin. Piştî Şerê Iraqê Filehên Basra û Bexdayê hatin mecburkirin ku birevin. Hingî me dergehên xwe ji wan re vekir û bi hezaran ji wan li vê derê bi cî kir. Hingî me li gorî imkanên me yên kêm alîkariya wan malbatên filhe kir.
We çi kir?
Me ew li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhok bi cî kirin û ji bo her malbatekê meaşeke mehane tirxan kir. Ji hingî ve me dora sed gundên wan li herêma Duhokê ji nû ve ava kirine. Me ji wan re gelek tişt kirine, ku em ji mêj ve nema behs dikin. Li Kurdistanê navendên wan ên rewşenbîrî hene, televizyonên wan hene, ew dikarin di dibistanên xwe de bi zimanên xwe bêne perwerdekirin û adet û teqalîdên xwe pêk bînin. Li herêma Kurdistanê Fileh di gelek deverên giring ên hikumetê de cî digirin. Ev mafên wan ên sirûştî ne. Em wan wek welatiyên vê deverê dibînin.
Hejmara Filehên ku hatine Kurdistanê, çend e?
Dora bîst hezar malbat hatine Kurdistanê, ango di navbera heyştê û sedhezar mirovê mesîhî.
Hûn kîjan modêlê ji bo pêşeroja Filehên Iraqê û kêmneteweyên din dibînin?
Em niha mijûlî nivîsandina destura herêma Kurdistanê ne. Em ji wan re nabêjin kêmnetewe, em wan wekî netewe bi nav dikin. Em mafên van neteweyan di çarçeweya destura herêma Kurdistanê de diyar dikin. Ez bi xwe piştgiriya hikumê zatî ji bo wan dikim. Em gelekî giringiyê didin paraztina wan li Kurdistanê. Em hesab nakin ku li Kurdistanê tenha Kurd dijîn, em xwe Kurdistanî dizanin. Li Kurdistanê Kurd - di nav wan de jî Êzîdî û Şebek hene – Turkmen û Fileh dijîn. Ta niha hîn zelal nebûye bê ka wê hikumê zatî di desturê de bi çi şêweyî bête çesipandin. Ev babet gelekî germ e û em li Kurdistanê niha gengeşê li ser dikin.
Gelo hikumeta herêma Kurdistanê bi serê xwe dikare kêşeyên kêmneteweyên li Iraqê çareser bike? Ewropa û bi taybetî Elmanya dikarin çi bikin?
Mixabin, dema me alîkariya Filehan dikir, kesek nehat û negot ka em çi dikarin ji bo wan bikin. Hikumeta navendî li Bexdayê jî ji bilî ragihandina çend daxuyaniyan tiştek nekir û di warê praktîk de alîkariya me nekir. Pêwîstiya miletên çewisandî bi alîkariyeke berdewam heye, ta ku bikaribin vegerin deverên xwe.
Qezenca Kurdistanê ji piştgiriya Filehan çi ye?
Qezenceke bêtir exlaqî ye û dûra siyasî. Ev miletek e ku bi me re jiyaye û êşeke me ya hevbeş heye.
Hejmareke mezin ji Filehan ligel Kurdan di Deşta Musilê de dijîn. Gelo hûn dixwazin vê deverê bi herêma Kurdistanê ve girêbidin?
Eger xelkên wê deverê di referendumeke azad vê yekê bixwazin, ser çavan. Eger na, nexêr. Em bi xwe ti dextê li wan nakin û wan mecburî vî tiştî nakin.
Jêder:
www.fr-online.de
E-Mail: sirwan@amude.com