This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Wednesday, November 5, 2008

Kurdish christians, muslems, ezidi and alevi beliefers went to Holy City of Vatican


Kurdên Êzdî, Elewî, Musilman û Xirîstiyan çûn serdana Vatîkanê


dergush: Nûnerên olên Mezopotamyayê yên êzdî, elewî, musilman û Xirîstiyanan weke heyetekê serdana Vatîkanê kirin. Heyet ji aliyê Serokê Konseya Edalet û Aştiyê ya Vatîkanê ve hat pêşwazîkirin.

Di nava heyetê de duyemîn Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKÊ) Serhan Cemîl, bi navê Federasyona Elewiyan (FEDA) Pîr Riza Yagmur, bi navê Civaka Îslam a Kurdistanê (CÎK) Melle Abdurahman û bi navê Xiristiyanan Georg Aryo cîh girtin.

Serokatiya Konseya Edalet û Aştiyê ya Vatîkanê ve weke heyetekê nûnerên olan li meqama xwe qebûl kir. Serokê konseyê diyar kir, yekemîn car weke heyetekê nûnerên car olan çûne serdana wan, lewma ev vê yekê bi wate dibînin û ji vê yekê bi tesîr bûne.

Di hevdîtinê de Georg Aryo da xuyakirin, ku ew bi navê Xiristiyanên li Kurdistanê hatiye û got, weke nûneretiya herî mezin a alema Xiristiyanan Vatîkan dikare ji bo aştiyê û çareseriya pirsgirêkan roleke bi bandor bilîze.

Bi navê FKÊ Serhan Cemîl jî bahsa rewşa êzdiyan kir û da zanîn, ku piraniya êzdiyên li bakurê Kurdistanê ji ber zextan koçberî Ewrûpa bûne û niha piraniya wan niha li dîasporayê, li Almanyayê dijîn. Li ser pirsa heyeta Vatîkanê, ku çima koçber bûne, Serhan Cemîl destnîşan kir, ku ola êzdî li Tirkiyê weke ol nedihat qebûlkirin û li ser nasnameya wan bêol dinivisandin. Cemîl got; `bi zext û zorê dixwestin me bikin musilman. Bi kurtasî şertê mayînê nemabû. Li Almanyayê dora 100 hezar êzdî dijîn.` Serhan Cemîl bi riya heyeta Vatîkanê ji Papa xwest, ku ji bo li Almanyayê mafên êzdiyan neyên kêmkirin, bibe alîkar.

Cemîl herwiha bahsa qetlîama li Şengalê jî kir û da zanîn, tevî ku bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn, bi sedan zarok sêwî man, ti dewleteke dibêjin em demokrat in, alîkariya însanî nekir. Cemîl got; `hukûmeta herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê jî bi wan re eleqeder nebû. Hefteya pêş Wezîrê Karên Derve yê Iraqê tê vir. Emê kêfxweş bibin, ku hûn vê mijarê vekin.`

Li ser pirsa em dikarin ji heyeta wezîr re çi bêjin, Serhan Cemîl got, `yek; di ser qetlîamê re salek derbas bû, hîn sûcdar nehatine girtin û di vî warî de hewldanek jî nîne. Du; hukûmeta herêmî û ya navendî alîkariya însanî nekirin.` Heyeta Vatîkanê li hemberî

Duyemîn Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan da zanîn, ku bi salan olên Mezopotamyayê weke neyaran li hember hev hatine sorkirin û bi hewldanên PKKê û Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev rewş hatiye guhertin. Di vî warî de Serhan Cemîl wiha got; `Hêdî hêdî dostaniyê şûna neyartiyê girt. Dostaniya bi riya birêz Ocalan pêk hat, niha dewam dike. Rêberekî wiha yê gel ji bo aştî û dostaniyê berê xwe da Romayê, ku Vatîkan jî di nav de ye. Mixabin ev yek hat astengkirin. Rêberekî wiha yê dixwaze aştî û yekîtiya nava olan misoger bike, bi biratî pirsgirêkan çareser bike, niha li Îmraliyê di nava tecrîdê ye.`
Nûnerê êzdiyan herwiha bahsa qedexekirina ROJ TV li Almanyayê jî kir û da zanîn, ku hemû ol tenê li vê televîzyonê dikarin xwe îfade bikin, ew hêviya gelê kurd e û daxwaza ji bo rakirina qedexeyê daxwaza alîkariyê kir.

Bi navê Civata Îslamiya Kurdistanê Mele Abdurahman Dilo jî piştî ku Vatîkan silav kir, ji bo pirsa kurd bi riya aştî û biratiyê çareser bibe, xwest, Vatîkan rolê bigre. Mele Abdurahman jî ji Vatîkanê xwest, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocana û qedexeya li ser ROJ TV zextê li Tirkiyê û Almanyayê bike.
Bi navê Federasyona Eleweiyan Pîr Riza Yagmur jî da zanîn, ku li Tirkiyê dora 25 milyon elewî dijîn û ew ji mafên xwe bêpar in. Pîr Riza Yagmur bahsa qetlîamên li ser elewiyan kir û got, partiyên weke CHP û AKP li ser elewiyan lîstikan dilîzin. Yagmur diyar kir, li dibîstanên Tirkiyê zarokên bi zorê dersên îsalmê didin zarokên wan û destnîşan kir, ji ber zextan elewî jî koçberî Ewrûpayê bûne. Ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ROJ TV, Pîr Riza Yagmur jî xwest, Vatîkan rolê bigre.
Li ser daxwaza heyeta Kurd, heyeta Vatîkanê jî anî ziman, ku ew jî dixwazin têkilî berdewam bibin û li ser ola êzî û ya elewiyan agahiyên nivîskî xwest. (dergush)

No comments: