This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Wednesday, November 5, 2008

Syriacs support free Kurdistan


‘Azadiya kurdan aramiya herême ye’



Metranê Dêra Ortodoks a Sûriyeyê Yohanna Îbrahîm got ku pirsgirêka kurd heke çareser bibe dê li Rojhilata Navîn aramî pêk were. Matran Yohanna Îbrahîm di nav serokên bijarte yê xiristiyan yê Rojhalata Navîn de cih digire.

Metranê Dêra Ortodoks a Sûriyeyê Yohanna Îbrahîm got ku pirsgirêka kurd heke çareser bibe dê li Rojhilata Navîn aramî pêk were. Matran Yohanna Îbrahîm di nav serokên bijarte yê xiristiyan yê Rojhalata Navîn de cih digire. Matran Yahonna Îbrahîm ji bajarê Qamişloyê ye û bi dostaniya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tê nasîn. Metranê Civaka Ortodoks a Suryanî li Sûriyê Yohanna Îbrahîm di daxuyaniya ku da ANF’ê de got ku pirsgêrêka kurd pirsgirêkeke têvel e, lê şert û mercên ku derketine holê ji bo çareseriyê derfetê dide.

Îbrahîm da zanîn ku li Rojhilata Navîn têkoşîna guherînê gurr bûye, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê divê nasnameya kurd bê naskirin û pirsgirêkên vî gelî bên çareserkirin. Kurd jî têkoşînekê dimeşînin û wek hemû gelên Rojhilata Navîn gelekî mezinin, di daxwaza mafên xwe de heta dawiyê mafdar in. Îbrahîm destnîşan kir ku berpirsiyariya kurdan jî heye û divê ev pêk bê. Metran Îbrahîm wiha dirêjî axaftina xwe bû: “Jixwe kurd jî di nav de tu kes li dijî vê muxalefet nake. Heke nasnameya kurdan bê nasîn, mafên wan ê civakî û çandî bê dayîn wê pêvajo asayî bibe. Di pirsgirêka kurd de aramiyek pêk bê dê pirsgirêkên herêmê jî jê sûd bigirin.”

‘Divê Sûriyeyê bi kurdan re diyalog bike’

Matranê Ortodoks da zanîn ku kurd ji bo hilpekîna aboriya Sûriyeyê ji dil û can dixebitin û wiha got: “Ez kurdên Heleb, Şam û Cizîrê nas dikim. Ew hemû ji bo pêşketina civak û aboriya Sûriyeyê dixebitin. Pir dirûst nêzî Sûriyeyê dibin, ji ber vê jî hêviyên wan hene. Lê di vê mijarê de diyalogek cidî dest pê nekiriye. Dive dewleta Sûriyeyê helsenga wekheviyê ya navbera gelan de damezirînê. Ev mijar pir girîng e.”

‘Parêznameyên Ocalan hêviya min zêde kirin’

Metran Îbrahîm bal kişan ser rista Rêberê Gelê Kurd Ocalan û waha berdewam kir: “Piştî ku birêz Ocalan hat girtin û parêznameya wî ya pêşkêşî dadgehê kir min xwend hêviyak bi min re peyda bû ku dê Tirkiye der barê pirsgirêka kurd de hin gavan biavêje. Ancax ev pir dirêj dom kir û gav jî nehatin avêtin. Li gori min çareseriya pirsgêrêka kurd dê li Rojhilata Navîn tu dewletan parçe neke. Kurdên jî wek gelên din ên herêmê mafên xwe yên xwezayî dixwazin. Heke li herêmê pergaleke adiltir bikeve meriyetê dê gel bextewar bibin. Jixwe daxwaza gelan jî ev bixwe ye. Serok Apo jî vana parast. Ji ber vê jî heke nêzîkatiyek ku jiyana Serok Apo bixe xetereyê pêk bê, di serî de ez, dê tu kesek jî qebûl neke.” Metran Îbarîm daxaz kir ku di cihê vê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd şert û mercên nîqaş û diyalogê bên afirandin. Heke ev pêk were dê kurd jî wake gelên din ên Rojhilata Navîn xwe welatiyên azad bibînin û ev jî dê kurdan bike hêz û dewlemendiya herêmê.

‘Sûryanî û kurd dostên hev in’

Metran Yohanna Îbrahîm da zanîn ku suryaniyên li Kurdistanê dijîn ji kurdan razîne û ji ber vê baxtewar in. Îbrahim derbarê têkiliyên kurd û suryaniyân de wiha axifî: “Biratiya me ji dîrokê tê. Divê li ser vê biratiyê hevkariyek xurt bê damezirandin.”

Metran Yohanna Îbarahî axaftina xwe wiha domand: “Suryanî û kurd bi hezarên salan ligel hev dijîn. Dema hêna kes li vê herêmê tine bûn jî ev her du gel li vir bi hev re dijiyan. Rûpelên dîrokê bi biranînên kurd û suryaniyan ên baş û xirab dagirtîne. Îro jî ev her du gel li gel hev jiyana xwe didomînin. Hêjmareke zêde asurî, suryanî, keldanî û kurd li Cîzîrê, başûrê Kurdistanê bi hev re ne. Min di serdana xwe ya Nînovayê de dît ku kurd û suryanî ji bo jiyana bi hevre bidomînin çiqas cidî ne. Ev baweriyeke xurt e û rayeka xwa ji dîrokê digire. Gavên ku tên avêtin dive pir balder bên avêtin da ku rûpelên reş yên dîrokê neyên dubarekirin.”

RAHMÎ YAGMUR/ ANF/MOSKOW

No comments: