This website will report about Christianity and Christians in Kurdistan but also about Christ and the Lord in general. Amîn

Wednesday, November 5, 2008

Serokwezîr pêşwaziya nunerên xiristiyanên asîrî kir





MC

NETKURD
Aktuelbûn:09:59 - 5/11/2008

Di rûniştinê de Nêçîrvan Barzanî dilxweşîya xwe bi hatina şandeyê bo Herêma Kurdistanê nîşan da.


Duhî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi amadebûna cîgirê serokwezîr Omer Fetah li avahiya serokatiya civata wezîran, pêşwazî li patrîkê Dêra Rojhilatê ya Aşûrî Mardenxayê Çarê, patrîkên Amerîkayê, Ewropayê, Suriyeyê, Rûsyayê, Iraqê û Herêma Kurdistanê kir.

Di rûniştinê de Nêçîrvan Barzanî dilxweşîya xwe bi hatina şandeyê bo Herêma Kurdistanê nîşan da, ew hatine da ji nêzik ve agahdarî rewşa mesihiyan bibe ku ji tirsa terorîstan reviyane Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Barzanî dilgiraniya hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî tawana koçberkirina bi zorê û kuştina mesihiyên Mûsilê nîşan da û ew kiryar wek tawaneke dijî mirovatiyê bi nav kirin.

Serokwezîr tekîdî li ser helwesta dosteyatî, biratî, hevniştîmaniya gel û desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê bo mesihiyan kir û got:”Em wek hikûmeta Herêma Kurdistanê digel wê yekê ne û maf û erka me ye, ku we biparêzin. Ji bo parastina mafên hemû netewe û olan çi ji destên me tê, em dixin tevgerê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de serokwezîr baweriya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bihevrejiyana biratî digel hemû pêkhatên cuda û misogerkirina maf û azadiyan diyar kir û dilgiraniya xwe jî bo derxistina madeya 50-ê di yasaya hilbijartinên parêzgehan de, nîşan da.

Mardenxayê Çarê jî ji ber girîngîdayîna wî bi mesihiyên Herêma Kurdistanê spasiya serokwezîr Barzanî kir, herweha ji bo hevkarî û piştevaniya madî û manewî bi malbatên koçberbûyî ji Mûsilê re, spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Mardenxayê Çarê qala serdana xwe ya bo malbatên koçberbûyî yên mesihî yên li Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê kir, di pişta wan kiryaran de ji bo armancên siyasî destên dijminan hene.

Mardenxayê Çarê ew îdîa jî red kir, ku ji bo kiryarên li dijî mesihiyan hinek alî, kurdan tawanbar dikin.

Her di rûniştinê de vekirina Kinîseya Rojhilatê ya Aşûrî li Hewlêrê hate gotûbêjkirin û piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo bicihanîna pêwîstî û hêsankarîyan hate diyarkirin.

No comments: